30 Hezîran 2016•Rojanekirin: 30 Hezîran 2016
ANKARA
Serokwezîr Bînalî Yildirim got ku "Me car din dît ku her cure teror, DAEŞ, PKK û yên din di mijara têkoşîna dijî terorê de tu carî lê tu carî divê helwestek cuda neyê nîşandan, ev ji aliyê dahatû û ewlehiya welatan ve heyatî ye. Rêxistina terorê ya baş û rêxistina terorê ya xirab tune. Armancek tenê yên rêxistinên terorê heye ew jî kuştin û bicîanîna emrên ku dane wan. Ew taşeron in ku eqlên bilind ên ku ew ji bo vê karê tayîn kirine."
Serokwezîr Yildirim bi Serokwezîrê Arnawûdiyê Edî Rama re li Koşka Çankayayê civîna çapemeniyê ya hevpar kir û di civînê de axivî. Yildirim diyar kir ku Rama îcabetî daweta wî kir û Tirkiye ziyaret kir û ji ber ku bi Rama û hevalên wî yên xebatê re hat bal hev gelekî kêfxweş e.
Yildirim bi bîr xist ku duh Tirkiye li Balafirgeha Ataturkê ya Stenbolê car din bi êrîşeke xaîn re rû bi rû ma û got ku di êrîşê de mirovên mesûm ên welatiyên Tirkiyeyê û yên biyanî yên ku haya wan ji tu tiştê tunebû mirin, gelek kes jî birîndar bûn.
Yildirim ji ber piştevanî û sersaxiya wî spasiya dostê xwe Rama kir û wiha axivî: "Em dizanin ku gelê Arnawûdiyê her dem di rojên me yên baş û xirab de li gel me ye û ev yek me gelekî kêfxweş dike. Me car din dît ku her cure teror, DAEŞ, PKK û yên din di mijara têkoşîna dijî terorê de tu carî lê tu carî divê helwestek cuda neyê nîşandan, ev ji aliyê dahatû û ewlehiya welatan ve heyatî ye. Rêxistina terorê ya baş û rêxistina terorê ya xirab tune. Armancek tenê yên rêxistinên terorê heye ew jî kuştin û bicîanîna emrên ku dane wan. Ew taşeron in ku eqlên bilind ên ku ew ji bo vê karê tayîn kirine."
Yildirim qal kir ku têkiliyên wan ên bi Arnawûdiyê re kevnar û samimî ne, di hevdîtina ku îro bi Rama û lijneya wî re kirin de li ser di hemû qadan de bêtir pêşxistina têkiliyên dualî, xurtkirina hevkariyê, bêtir kirina bazirganî û veberhênanên dualî sekinîn.
Yildirim her wiha da zanîn ku bi berfirehî li ser mijarên wekî di projeyên mezin ên binesaziyê yên de jê sûdwergirtina tecrubeya Tirkiye û miteahîdên tirk jî sekinîn.
Yildirim diyar kir ku karsaz li Arnawûdiyê proyeên nû çêdikin û da zanîn ku di van demên dawîn de bi taybetî di bazara vejenê de veberhênerên tirk bêtir cî digirin.