HALEP – SAMET DOGAN/BULENT ŞAHÎN ERDEGER
Di navbera yekineyên Artêşa Azad û hêzên Esed de li Xan Asela ku cihekî gelek stratjîk e, şerên giran qewimîn. Yekineyên Artêşa Azad qontrola Xan Aselê bi temamî bi dest xist. Di pêvçûnên Xan Aselê de efserên paye bilind jî di nav de 550 leşkerên Esed mirin.
Heyvasora Sûriyê termê 550 leşkeran ji kolanan berhev kir û bi kamyonan kişand herêma ku di bin serdestiya hêzên Esed de ye.
Bajaroka Xan Aselê yek ji wan eniyan bû ku şerên giran lê diqewimîn.
Xan Asel çima girîng e?
Komên muxalif yên çekdar hewl didin ku xetên îkmalê yên hêzên Esed yên li bakurê Helebê bibirin. Xan Asel bakur û başûrê Helebê digihîne hev. Esed jî ji bo cihên jidestderketî paş de bistîne êrîş da destpêkirin. Bi destxistina Xan Aselê ya ji hêla muxalîfan ve dibe sedem ku şeht li êrîşên Esed bên.
Artêşa Azad (AA) ji bo ku gelê sivîl ji rêya ku navenda Sûriyê bi Helebê ve girê dide dûr bisekine hişyarî dabû û îlan kiribû ku ev der bûye qadeke leşkerî. Hişyariya Artêşa Azad roja piştî bidestxistina 3 bajarên bakur hat dayîn.
Xan Asel şahrêya bakur û başûr ya ku paytext Şamê û Helebê digihande hev dibiriya. Ji ber vê yekê Hêzên Esed û milîsên Hîzbûllahê, ev cih ji bo îkmalkirina hêzên xwe yên bakur bi kar dianî.
Muxalifan bidestxistina vî cihî hema bêje hemû banliyoyên bajêr û qismekî mezin ji bajêr xistin bin qontrola xwe. Bi vî awayî komên çekdar û Artêşa Azad bi bidestxistina vê herêma stratejîk gelekî nêzî mewqiyên wek Akademiya Leşkerî, Dibistana Topavêj û Navenda Lêkolînên Zanistî yên ku ji bo rejîmê gelek girîng in, bûn. Bi taybetî Akademiya Leşkerî ya Helebê wek navenda birêvebiriya operasyonên rejîmê yên Helebê tê naskirin.
Ajansa Anadoluyê çû Xan Aselê
Ji ber ku pêvçûn hêj didomin ji termên ku nehatine rakirin, ji herêmê bêhneke nexweş tê. Yekîneyên Artêşa Azad piştî ku qontrol bi dest xistin ji bo ku term bên berhevkirin û teslîmî rejîma Esed bikin destûr da ku Heyvasor a Sûriyê bê bajarokê.
Heyvasor a Sûriyê bi tîmeke ji 20 kesî pêk hatî, hat Xan Aselê. Tîmê bi kîsikên terman, termên li herêma pêvçûnê berhev kirin û kişandin qamyonan. Tîmên Heyvasor piştî berhevkirina terman bi konvoyê çûn herêma di bin serdestiya Esed de.
Fermandarê Lîwaya Ensarê Ebu Şahud daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku Yekîneyên Operasyonan ya Artêşa Azad piştî pêvçûnan biryar da ku terman teslîmî malbatên wan bikin. Me pişt re bi Heyvasor a Sûriyê re têkilî danî û bangî wan kir ku bên termên li herêma pêvçûnê ber hev bikin. Niha em van muamelayan didomînin.
Ebu Şahud diyar kir ku definkirina cenazeyan rewşeke însanî ye û got ku di pêvçûna dawîn de bi tevahî 550 leşker mirin. Ji bo ku bişînin malbatên wan termên leşkeran îadeyê rejîmê dikin.
Ebu Şahud dest nîşan kir gelek leşker jî dîl girtin û got ku piştî şerê giran herêm xistin bin qontrola xwe û 2 tank jî bi dest xistin.
Hat ragihandin ku li herêmê gelek melzemeyên leşkerî yên aîdê artêşa Suriyê hene. Nefta ku yekineyên leşkerî yên herêmê bi kar tînin jî li Xan Aselê ye.
Li bajarokê pêvçûnen di navbera muxalifên çekdar û artêşê de dewam dikin, Hêzên Esed jî bajarokê bi balafir û topavêjan gulan diavêjin herêmê. Konseya Şoreşa Giştî ya Sûriyê jî di 23yê tîrmehê diyar kiribû ku Artêşa Azad a Sûriyê temamiya Xan Aselê bi dest xistiye.