HELEB
Yekîneyên Operasyonan a Helebê ya girêdayî AASê daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku biryar hat dayîn ku ji bo piştgiriya Kobanêyê di bin fermandariya serokê berê yê Konseya Leşkerî ya Helebê Albay Ebdulcebbar Egidî de yekîneyeke leşkerî bişînin Kobanêyê.
Di daxuyaniyê de dan zanîn ku ji hêzên koalîsyona navneteweyî ji bo yekîneyê piştgirî tê xwestin. Her wiha di daxuyaniyê de dan zanîn AASyê ji bo ku sivîl nemirin û penaber bikarin vegerin malên xwe bangî komên çekdar ên li herêmê kir ku li dijî DÎŞIyê hevpar tevbigerin.
Tu agahî nehat dayîn ka dê arîkariya leşkerî kêngî bişînin û dê çend kes bên şandin.