Türkan Tosun
17 Gulan 2020•Rojanekirin: 17 Gulan 2020
Artêşa Libyayê daxuyand pergaleke parastina esmanî ya Pantsîrê (HSS) ya ku Rûsyayê çêkiriye û wesayîteke esmanî ya bêmirov (SÎHA) ya ku Çînê çêkiriye û milîsên Xelîfe Hefter wan sewqî Baregeha Esmanî ya Vatiyyeyê dikirin, hatin îmhakirin.
Berdevkê Artêşa Libyayê Yarbay Mihemed Kununu di daxuyaniya xwe ya nivîskî da got li hemberî milîsên Hefter ên li Baregeha Esmanî ya Vatiyyeyê operasyonek hat kirin.
Kununu got di operasyonê da pergaleke parastina esmanî ya Pantsîrê (HSS) ya ku Rûsyayê çêkiriye û milîsên Hefter ji Mîrektiye Yekbûyî ya Ereban peyda kirine û wesayîteke esmanî ya bêmirov (SÎHA) ya ku Çînê çêkiriye û tîpa wê Wîng Looong 2 ye hatin îmhakirin.
Hat destnîşankirin du depoyên cebilxaneyê ya milîsan jî hedef hatin girtin.
Artêşa Libyayê duh jî daxuyandibû pergaleke parastina esmanî ya Pantsîrê hat îmhakirin.
Artêşa Libyayê di 25ê adarê da operasyona "Bahoza Aştiyê" dabû destpêkirin, di 13ê nîsanê da jî li rojavayê Trablusê 7 bajarok û bajarek ji destê milîsên Hefter hildabûn û ji paytextê heta ber sînorê Tûnisê xeta qeraxê ji milîsan paqij kiribû.
Vatiyye li orta çolê cihekî stratejîk e û bi kapasîteya xwe ya di navbera 7 û 10 hezar eskeran va cihekî girîng e.