Xefter di axaftineke xwe ya qanaleke televizyonê de daxuyand ku meclisa welêt a berwext Kongreya Giştî ya Neteweyî (KGN) wezîfeya xwe baş nake, daxwazên gel nayne cih û wiha axivî:
"Ez ji Konseya Dadê re dibêjim ku heta ku li welêt hilbijartinên parlementeran çêbibin, bila komîteyeke rêvebiriya sivîl a berwext ya ku welêt rêve bibe bê avakirin. Komîteyeke sivîl a berwext ya ku hêzên biçek piştgiriyê didê bê avakirin da ku heya hilbijartinê welêt biparêze. Piştî hilbijartinan bila ev komîte rêvebiriyê teslîmê hikûmeta nû bike."
Ji hêla din Lijneya Fetwayê û Heyeta Alimên Libyayê jî daxuyaniyeke nivîskî weşand û di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Pevçûnên li bajarê Bîngaziyê û li der û dora wê ya ku bi serokatiya Tuggeneral Xelîfe Xefter tên kirin li hember saziyên dewletê derbeyek e. Divê libyayî kesên ku çekan bi kar tînin qebûl nekin."