Abdullah Tel
06 Hezîran 2020•Rojanekirin: 06 Hezîran 2020
Artêşa Lîbyayê ragihand ku wan 5 hereketên hewayî birin ser milîsên girêdayî Xelîfe Hefter ê pêşengê hêzên çekdar ên nemeşrû yên li rojhilatê welêt ku bajarê Sîrteyê dagir kirine.
Beşa çapemeniya Operasyona Hêrsê ya artêşa Lîbyayê birêva dibe daxuyanî weşand û ragihand ku hêzên hewayî yên artêşê 5 hereketên hewayî birin ser bajarê Sîrteya di bin dagirkeriya milîsên Hefter da ye û hin wesayîtên bizirx û amûrên eskerî yên ku Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb temîn kiribûn, berteref kirin.
- "Tirseke mezin ketiya nav milîsan"
Di daxuyaniyê da hat gotin ku di nav milîs û eskerên peretî yên li bajêr da tirseke mezin heye û tê dîtin ku qismek ji bajêr direvin û giregirên bajarê Sîrteyê jî xwestine ku bila bajêr bi rêyên aştiyane teslîmî hikûmeta Lîbyayê bikin
Artêşa Lîbyayê li hemberî milîsên Hefter rizgarkirina Trablusê jî di nav da gelek serfirazî bi dest xist û di daxuyaniyên dawîn da ragihand ku bajarê Sîrteyê û qadên neftê yên li başûr hedefên wan ên nû ne û ji bo rizgarkirina wan hewl didin.