Abdullah Tel
06 Hezîran 2020•Rojanekirin: 07 Hezîran 2020
Li Afrîkayê di rojekê (24 saetên dawîn) da ji ber şewba vîrusa koronayê ya bi tîpa nû (Kovîd-19) 159 kes mirin.
Li gor malpera înternetê ya "Worldmeter" a ku der barê vîrusa koronayê da ji welat û herêman agahiyên rojane berhev dike di 24 saetên dawîn da li parzemîna Afrîkayê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê 7 hezar û 126 zêde bû gihîşt û 179 hezar û 309an.
Hejmara kesên ji ber şewbê mirin jî 159 zêde bû û gihîşt 4 hezar û 942an û heta niha 80 hezar û 322 kes jî ji Kovîd-19ê filitîn.
Li parzemînê hejmara waqieyan herî zêde li Afrîkaya Başûr, Misir, Nîjerya, Cezayir, Gana, Fas, Kamerûn û Sûdanê hene.
Di rojekê da li Afrîkaya Başûr 2 hezar û 642, li Misrê 1348, li Kamerûnê 603, li Nîjeryayê 328, li Ganayê 283 û li Sûdanê jî 151 waqieyên nû hatin tespîtkirin.
Ji ber şewbê di rojekê da li Afrîkaya Başûr 60, Misrê 40, Sûdanê 14, Nîjeryayê 10, Cezayirê 9, Ganayê 4 û Kamerûnê jî 2 kes mirin.