Haydar Şahin
04 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 05 Tîrmeh 2019
Ehmed el-Mismariyê berdevkê Xelîfe Hefterê serokê hêzên çekdar ên li rojhilatê Lîbyayê îtiraf kir ku êrîşa li ser sitargeha penaberan a li herêma Tacurayê ya li rojhilatê Terablusê wan kiriye û îdia kir ku "wê derê ji eslê xwe cebilxane û stargeha lîwayekê ye".
Mismarî do êvarê li Bînxaziyê di civîna çapemeniyê ya zindî hat weşandin da got ku êrîşa li ser sitargeha penaberan a li rojhilatê Terablusê ya ku tê da ji 40î zêdetir kes hatin kuştin wan kiriye.
Mismarî ji bo Hikûmeta Mitebeqata Neteweyî ya navneteweyî tê naskirin got "milîs" û wiha pê da çû: "Me li wê derê lîwaya milîsan wekî hedefeke meşrû dît û êrîşî cebilxane û stargeha lîwayekê kir. Me berê jî gelek caran bi topan û êrîşên ji hewayê li wê derê xistibû. Wê çaxê berpirsyarî ya wan kesan e ku penaberên dereqanûnî li wê derê bi cî kirine."
Mismarî got wekî mayîn başûrê welêt jî tev li 3 paran 2 parê welêt ji hewayê êrîş birin ser herêman.
Hatibû ragihandin ku di êrîşa hêzên Hefter ya li ser navenda penaberan da li gor tesbîtên ewil ji 40î zêdetir kes hatin kuştin.
- Ji dinyayê li dijî êrîşê bertek hatin nîşandan lê Amerîkayê parast
Stephane Dujarricê Berdevkê Sekreterê Giştî yê NYyê diyar kir ku kordînatên ciyê hat lêxistin rasterast dabûn aliyan, Antonio Guterresê Sekreterê Giştî jî ji bo êrîşê got "nebaş" û diyar kir ku şermezar dikin.
Xesan Selameyê Nûnerê Taybet ê Lîbyayê yê NYyê jî ji bo êrîşê got "dibe ku tevlî sûcê şer bibe".
Li dijî êrîşê ji Yekîtiya Ewropayê, saziyên NYyê, saziyên civaka sivîl û paytextên dinyayê bertek hatin nîşandan.
Dîplomatan gotin ku dema li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî li ser êrîşa ji hewayê diaxivîn bi hinceta Amerîka li benda telîmata ji Washîngtonê ye di konseyê da biryara "şermezarkirina êrîşê" nehat dayîn.