Berdevkê artêşa Pakistanê daxuyanî da û got ku Hêzên Hewayê yên Pakistanê di saet 01.30an de li herêmên Degan û Datta Khelê ji hewayê êrîşê sitargehên milîtanan kirine.
Di êrîşan de herî kêm 50 endamên rêxistinê hatin kuştin û di nav wan de milîtanên biyanî jî hene.
Hêzên Hewayê yên Pakistanê di 10ê hezîranê de jî dîsa li Bakurê Weziristanê nêzîkî sînorê Efganistanê 9 sitargehên milîtanên Talîbanê bombe kiribûn û di êrîşê de 25 milîtan hatibûn kuştin.