Hat ragihandin ji du kesên ku bi çekan êrîşî Balyozxaneya DYAyê ya Sariyerê kirin, kesek birîndar hat girtin. Piştî êrîşa biçek ya li ser balyozxaneya DYAyê gelek ekîbên polêsan sewqî cihê bûyerê kirin û da ku êrîşkaran bigrin.
Hat diyarkirin ku ji êrîşkaran yek, ket maleke nêzî Balyozxaneyê. Polêsên Miduriyeta Tevgera Taybet ketin hundirê malê û êrîşkara jin bi bibirîndar girtin. Gumanbar rakirin Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Şîşlî Etfalê. Piştî buyerê ji bo gûmanbarê ku reviya jî operayon didomin.
-Êrîşên terorî yên ser Balyozxaneyên DYAyê
Salên borî jî êrîşên terorî biribûn ser Balyozxaneya DYAyê ya li Enqere û Serkonsolosiya DYAyê ya li Stenbolê.
Îro danê sibê bi çekan êrîşî Balyozxaneya DYAyê ya Sariyerê kirin. Hatîce Aşkina endama DHKP/Cya rêxistina terorê êrîş li dar xist. Li gor agahiyan DHKP/Cyê du sal berê jî êrîş biribû ser Balyozxaneya DYAyê ya li Enqerê.
Kesek ji endamên rêxistina terorê di 1ê sibata 2013an de, êrîşa xwekujiyê biribû ser Balyozxaneya DYAyê ya li Enqerê. Di êrîşa xwekujiyê de Mûstafa Akarsûyê wezîfedarê ewlehiyê cangorî bibû. Herwiha hatibû diyarkirin ku êrîşkarê ku çalakiya xwekujiyê lidarxist jî Ecevît Şanliyê endamê DHKP-Cyê.
-Di sala 2008an de, êrîşê Serkonsolosiya DYAyê ya li Stenbolê kiribûn
Di 9ê tîrmeha 2008an de bi çek êrîşê Serkonsolosiya DYAyê ya li Îstînidyeya Stenbolê hatibû kirin. Di êrîşê de 3 mensûbên ewlekariyê cangorî bibûn û 3 terorîst, di êrîşê de mirî hatibûn girtin.
Derbarê bersûc Dûrsûn Patan û Servet Çinarê ku di bûyerê de hatibûn binçavkirin de, bi hinceta ku endamê El-Qaîdeya rêxistina terorê ne doz hatibû vekirin.