Abdullah Tel
03 Nîsan 2018•Rojanekirin: 04 Nîsan 2018
QUDS
Artêşa Îsraîlê bi mebesta ku Filistînî dev ji çalakiyên protestokirinê berdin xwe spart fetvayên alimên Erebistana Siûdî.
Berdevkê Artêşa Îsraîlê Avîchay Adraee di vîdeoyeke ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî weşand da çalakiyên "Roja Vegerê ya Mezin" a ku şêniyên Filistînê ji ber "Roja Axê" lidardixin wek "Meşa Aloziyê" binav kir.
Andraee di peyama bidîmen a roja çarşemiyê weşand da balê kişand ser fetvayên alimên Siûdî û xwest ku bila Filistînî çalakiyan li dar nexin.
Berdevkê Artêşa Îsraîlê di peyama xwe da ji fetvaya endamê Konseya Fetvayê û Heyeta Alimên Bilind ên Erebistana Siûdî Salih bîn Fevezan el-Fevezan hevokên wek "Çalakî û protesto karê Misilmanan nînin" anî ziman, fetvaya Mihemed Bîn Salih el-Ûseymîn jî bibîr xist û ji Filistîniyan xwest ku bila tevlî çalakiyên dijî dagirkirinê tên kirin, nebin.
Di peyama xwe ya bi dîmen da Andraee ji Qurana Pîroz jî qala hin ayetan kir û got ku Hamas, jin û zarokên Filistînî dixe nav talûkeyê.
Miftiyê Erebîstana Siûdiyê û Serokê Heyeta Aliman Evdilezîz Al Şêx di weşaneke têlevizyonê da pirsa beşdarvanekî ya ji ser têlefonê ku der barê bûyerên Temûza sala 2017an li Mescîda Eqsayê qewimîbûn bersivand. Şêx di bersiva xwe da gotibû ku "şerê li dijî Îsraîlê caîz nîne, Hamas rêxistina terorê ye û li dijî Hîzbullahê bi artêşa Îsraîlê ra hevkarî dikare bê kirin."
Li ser vê yekê Wezîrê Ragihandinê yê Îsraîlê Eyup Kara jî Şêx ê Miftiyê Erebîstana Siûdiyê û Serokê Heyeta Aliman bû pîroz kir û xwest ku bila ew bê Îsraîlê û wî bi rêzgirtina herî mezin pêşwazî bikin.
Rojnameya Riyadê ya Erebistana Siûdî jî bi heman awayî di weşaneke xwe ya meha Tebaxa sala 2017an da Hamasê wek "rêxistina terorê" îlan kiribû û ev yek jî di manşetê da dabû.
- Bi ser sivîlan da guleyên heqîqî reşandin
Di çarçoveya salvegera sala 42yemîn a Roja Axê da Filistînî ji roja îniya hefteya borî vir va li ser sînorê Îsraîlê yê Şerîda Xezeya dagirkirî çalakiyên aştiyane li dar dixin.
Lê eskerên Îsraîlê bi guleyên heqîqî êrîşî ser sivîlên dixwazin gemaroya ser Xezeyê rabibe û vegerin ser mal û milkên xwe, dike. Ji roja çalakiyan dest pê kir heta niha 18 Filistînî şehîd ketin û ji hezar û 500î zêdetir jî kes birîndar bûn.
Filistînî wê bi qasî 6 hefteyan van çalakiyên xwe yên aştiyane bidomînin.
- Roja Axê çiye?
Îsraîlê di 30yê Adara sala 1976an da li herêma Celîleya bakurê welêt dikeve dest danî ser bi hezaran donim erdên Filistîniyên ku welatiyên Îsraîlê ne. Li ser vê yekê gelê Filistînê jî bo dagirkeriyê protesto bike greva giştî da dest pê kirin û çalakiyan lidar xist.
Wê demê polêsên Îsraîlê jî gule berî Filistîniyan dan û di êrîşê da 6 sivîl şehîd ketin û gelek kes jî birîndar bûn. Ev bûyer jî wek "Roja Axê" hat bibîranîn û di navbera Îsraîl û Filistînê da bû bingeha şer û pevçûnên ji bo axê tên kirin. Di heman demê da jî ji bo Filistîniyan wek nîşaneya liberxwedanê ye.