Haydar Şahin
03 Nîsan 2018•Rojanekirin: 04 Nîsan 2018
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar kir ku ji ber pêvçûnên ku bi hefteyan e dewam dikin, kêmzêde 130 hezar kesî ji Xûtaya Rojhilatê ya di dorpêça rejima Sûriyeyê da ye koç kir.
Stephane Dujarricê Berdevkê Sekreterê Giştî yê NEyê di civîna çapemeniyê ya rojane da got hewl didin ku hewcedariya bi xurek, tenduristî û sitarbûnê ya bi hezaran kesên ku ji Xûtaya Rojhilatê ji cî warên xwe hatin kirin bibînin, lêbelê hewcedarî zehf zêde bûn.
Stephane Dujarric desnîşan kir ku ji ber pêvçûnên ku bi hefteyan e dewam dikin, kêmzêde 130 hezar kesî ji Xûtaya Rojhilatê koç kir. Dujarric banga xwe ya ji bo gihandina însanî ya "ewledar, bêasteng û dewam dike" dubare kir û got divê texliye li gor dildariyê werin kirin.
Dujarric diyar kir ku ji Efrînê jî hetanî nika kêmzêde 137 hezar kesî koçî Til Rifat û gundên dorberê kir û dibê sivîl werin parastin.
Rejimê û alîgirên wê di 11-12ê adarê da ji rojhilatê Xûtaya Rojhilatê ra ber bi rojavayê bajêr pêşda çûbûn, navçeya Herestayê dorpêç kiribûn û herêma Xûtaya Rojhilatê xistibûn 3 parçeyan.
Li Xûtaya Rojhilatê ya di kontrola mixalifan da 400 hezar kes 5 sal in di abluqeyê da dijîn. Rejima Sûriyeyê bi piştgiriya Rûsyayê di mehên dawîn da êrîşên xwe yên li ser herêmê zêde kir, ji nîvî zêdetir erdên herêmê zeft kir, ji ber vê jî bi hezaran kesî jî koçî herêmên ku kontrola wan di destê rejimê da ne kir.