Esat Fırat
06 Hezîran 2024•Rojanekirin: 06 Hezîran 2024
Hat ragihandin ku artêşa Îsraîlê raserî Kampa Penaberan a Cenînê ya li bakurê Şerîaya Rojava ya dagirkirî kir û 6 Filistînî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku ji şahidan hatin hildan hêzên Îsraîlê raserî Kampa Penaberên Filistînî a Cenînê ya li bakurê Şerîaya Rojava kir.
Şahidan ragihand ku di raserê da di navbera eskerên Îsraîlê û Filistîniyan da pevçûn derket û diyar kirin ku nîşangirên Îsraîlê li ser banên malên li Cenînê bi cî bûn.
Şahidan da zanîn ku firokeya şer a artêşa Îsraîlê jî gule barand ser kampê û eskerên Îsraîlê jî maleke li kampê dorpêç kirin.
Ji hêla din va di daxuyaniya nivîskî ya Heyva Sor a Filistînê da hat diyarkirin ku eskerên Îsraîlê raserî Kampa Penaberên Filistînî ya Cenînê kir û herî kêm 6 Filistînî bi guleya rasteqîn birîndar bûn.