Ahmet Karaahmet,Mehmet Burak Karacaoğlu
06 Hezîran 2024•Rojanekirin: 07 Hezîran 2024
Li bajarê Îdlibê ya ku dikeve bakurê rojavayê Sûriyeyê ket Çemê Asiyê, di encamê da li gor tesbîtên ewil 6 kes mirin.
Nêzî gundê Uyunarayê ya li rojavayê Îdlibê otobêsa ku xwendekarên derketibûn geştî tê da bûn kete Çemê Asiyê.
Gelek ambulans û Parastina Sivîlan (Baretspî) sewqî cihê bûyerê kirin.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên parastina sivîlan hatin bidestxistin di qezayê da li gor tesbîtên ewil piranî zarok 6 kes mirin, gelek kes birîndar bûn.
Xebatên lêgerîn û xilaskirinê dewam dikin û birîndar rakirin nexweşxaneyên li hawirdor.