Nihat Kavşut
10 Sibat 2018•Rojanekirin: 11 Sibat 2018
QUDIS
Artêşa Îsraîlê ragihand li Sûriyeyê jeteke wan ya êrîşî "hedefên Îranê" dikir bû hedefa guleyeke balafirşikênê û balafira F-16yê ket.
Di daxuyaniya nivîskî ya Artêşa Îsraîlê da wiha hat gotin: "Wesaîteke bêmirov ya Îranê ku ji Sûriyeyê rabû û xwest derbasî axa Îsraîlê bibe bi destê artêşê hat xistin. Balafirên me yên şer li Sûriyeyê êrîşî hin hedefên Îranê kirin. Di êrîşê da balafirşikênekê êrîşî jetên Îsraîlê kir û jeteke artêşê hat xwarê."
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin pîlotên di balafirê da xwe diavêjin û dikevin axa Îsraîlê.
Li gor agahiyan pîlot sewqî nexweşxaneyê kirine.