HAKKARÎ
Li Gevera navçeya Hekariyê kesên ku pezên xwe ji bo çêrê birin Zozana Orşê bi germbûna hewayê ve dest bi pezbirê jî kirin.
Zozana Orşê li herêmê ji bo xwedÎkirina pez û dewaran ji cihên girîng yek e û xwediyên pez û dewaran jî bi hatina demsala havînê ve ji bo heywanên xwe baş biçêrîn derdixin zozanan.
Xwediyên pez ewilî mêşinên xwe di avê de dişon û paşê jî berê wan didin zozan û quntara Çiyayê Cîloyê, digel germbûna hewayê û rojiya remezanê seranserê rojê dixebitin û pêz dibirin.
Piştî ku mêr pêz dibirin jin jî bi alîkariya şivanan dest bi dotina mêşinan dikin û bi nêzbûna fitarê ve heywanên xwe teslîmî şivanan dikin û berê xwe didin malên xwe.
Ji xwediyên pez Mehmet Aslan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ew debara xwe bi pez û dewarxwedîkirinê dikin, heywanên xwe yên ku zivistanê di kom û tewleyan de xwedî dikin bi hatina havînê ve derdixin zozanan.
Arslan destnîşan kir ku ew rojek beriya pezbirê mêşinên xwe di çem de dişon û wiha pê de çû: "Em her sal di rojeke ku berê eşkere dikin de şahiya pezbirê dikin. Ev şahiya me her tim weke cejnekê derbas dibe û gelek kes ji bo vê tên zozanan. Lê îsal pezbir rastî meha remezanê hat û ji ber vê jî piçek sakîn derbas dibe."
Ji hiriya mêşinan lihêf, doşek û balîv tên çêkirin. Xwediyên pez him ji goştê pez him ji hiriya pez û him jî şîrê pez xêrê dibînin.
Arslan ragihand ku pezbir sê rojan dewam dike lê îsal ji ber meha remezanê dibe ku karê wan piçekî dirêj bibe lewra ji ber ku bi rojî ne pezbir hinekî zehmet dibe.