Önder Beyter
09 Gulan 2018•Rojanekirin: 10 Gulan 2018
NEW YORK
Piştî ku Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ew ê welatê xwe ji rêkeftina nukleerê ya Îranê vekişîne, astengkirinên aboriyê yên ku Amerîka li dijî Îranê disepîne, cardin hatin rojevê.
John Boltonê Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî yê Trump duh piştî daxuyaniya Trump, daxuyanî da û destnîşan kir ku astengkirinên li ser Îranê cardin ketin dewrê û divê di vê pêvajoyê da bi Îranê ra peymanên şixul ên nû bi Îranê ra neyên îmzekirin.
Di daxuyaniya Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê da jî hat ragihandin ku astengkirinên dijî Îranê wê bi periyoda 90 û 180 rojan va cardin bên sepandin.
Li gorî vê, pakêta ewil a astengkirinê ya Amerîkayê ya dijî Îranê wê di 6ê tebaxê da bikeve dewrê ku ji vê dîrokê şûnda hikûmeta Îranê wê nikaribe dolarê Amerîkayê bikire, bi zêr û madenên binirx va nikaribe bazirganiyê bike.
Pakêta duyemîn a astengkirinê ya Amerîkayê ya dijî Îranê jî wê di 4ê mijdarê da bikeve dewrê. Ji vê dîrokê şûnda wê astengkirinên navneteweyî bidin ser Şîrketa Neftê ya Neteweyî ya Îranê (NIOC). Ligel vê, wê bi awayekî giştî astengkirinê bidin ser sektora vejenê ya Îranê û herwiha ji Îranê kirîna neft, petrokîmya û berhemên neftê.
Lîsansên Boeing û AirBusê hatin betalkirin
Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Steven Mnuchin di daxuyaniya xwe ya duh da ragihand ku lîsansên şîrketa Boeing û şîrketa AirBus ku bi şîrketên Îranî ra peymanên wan ên firotana balafiran hene, hatin betalkirin.
Boeingê bi Îran Airê ra ji bo 80 balafirî peymaneke 16,6 milyar dolarî, bi Îran Asemanê ra jî ji bo 30 balafirî peymaneke 3 milyar dolarî îmze kiribûn. AirBusê jî bi Îran Air ra ji bo 100 balafirî peymaneke 19 milyar dolarî îmze kiribû.