05 Adar 2016•Rojanekirin: 05 Adar 2016
TEHRAN
Îshaq Cîhangîriyê Alîkarê Ewil ê Serokomarê Îranê bi merasima fermî li Serokwezîr Ahmet Davutoglu pêşwazî kir.
Ji bo xatirê ku Serokwezîr Davutogluyê bi ziyareta fermî hat Îranê li Qesra Sadabadê merasima fermî hat lidarxistin. Piştî sirûdên neteweyî yên herdu welatan Serokwezîr Davutoglu desteya pêwaziyê selam kir.
Cîhangîrî û Davutoglu bi merhebayê va poz dan rojnamevanan û paşê derbasî hevdîtinê bûn.
Davutoglu û Cîhangîriyê piştî hevdîtinên di navbera heyetan da ew ê civîna çapemeniyê ya hevpar li dar bixin.
Wezîrê Aboriyê Mustafa Elîtaş, Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Sirûştî Berat Albayrak, Wezîrê Gumrik û Bazirganiyê Bulent Tufekçî, Vezîrê Pêşketinê Cevdet Yilmaz, Wezîrê Gihandin, Ragihandin û Behrevaniyê Bînalî Yildirim, Sekreterê Gişkî yê AK Partiyê Abdulhamît Gul û Cîgirserokê Koma AK Partiyê Bulent Turan jî beşdarî merasima pêşwazîkirinê bûn.
Wezîrê Karên Derva yê Îranê Cevad Zarîfî û Wezîrê Pêtrolê yê Îranê Bîjen Zengene jî tevlî merasima pêşwazîkirinê bûn.