Ahmet Aydın
15 Mijdar 2017•Rojanekirin: 16 Mijdar 2017
YANGON
Li Myanmarê 4 xebatkarê TRT Worldê ku yek ji wan nûçegihanekî serbestê TRT Worldê ye, ji ber droneya bêruxset, her yek 2 meh cezayê hebsê xwarin.
Rayedarê Asayişê yê Myanmarê Sann Aung didaxuyaniya xwe ya ji nûçegihanê AAyê de destnîşan kir ku rojnamevanên ku 27ê cotmehê bi îdiaya ku nêzîkî avahiya parlementoyê bi droneyê wêne digirtin hatibûn binçavkirin di nav wan de yê ku ji TRT Worldê re dişuxilî Lau Hon Mengê Sîngaporî û Mok Choy Lînê Malêzyayî digel şofêrê wanê welatiyê Myanmarê û rojnamevanê herêmî Aung Naing Soe li paytext Nepîdoyê derketin dadgehê.
Sann Aung anî ziman ku rojnamevan û şofêr li gorî qanûnan heryek 2 meh cezayê hebsê yan grankirî xwarin û got, "Ev kes herwiha ji ber ku li dijî Qanûna Îdxalat û Îxracatê bê destûr drone xistine nav welêt wê 16ê mijdarê dîsan derkevin pêşber dadwer. Heger sûcbar hatin dîtin dibe ku heta 3 cezayê hebsê yan jî cezayê pere bistînin."
Dayika Aung Naing Soeyê rojnamevan Daw Thandar destnîşan kir ku nikariye li girtîgehê biçe serdana kurê xwe û got, "Ev cezayê ku dane bê wate ye. Hemî droneyên li nava welatê me bê ruxset in. Herî kêm pêdivê kurê min û şofêr serbest bên berdan, ji ber ku xwediyê droneyê ew nîn nin."
Hat ragihandin ku piştîku Aung Naing Soe hat binçavkirin, girtine ser mala wî ya li Yangonê û kompîtera wî jî desteser kirine.
Piştî binçavkirina nûçegihanên serbest ku çêkerên belgefîlman in, bi 4 rojan, TRT Worldê daxuyanî dabû ku ji bo girtina wêneyan pêştir Wezareta Enformasyonê ya Myanmarê agahdar kirine.
Di daxuyaniyê de herwiha hat gotin, "Ekîba me piştîhevpeyvîna digel endamekî parlementoyê xwestin bi droneyê dîmenên avahiya parlementoyê bigirin. Berî firandina droneyê ji aliyê rayedarên ewlekariyê ve hatin binçavkirin."