20 Hezîran 2017•Rojanekirin: 21 Hezîran 2017
WASHINGTON
Hevpeymana dijî DEAŞê ku DYA serkêşiya wê dike, ragihand ku firokeyeke cengê ya Amerîkayê ku cureya wê F15-E ye, li Sûriyeyê droneke bêfrokevan a duduyan ku cureya wê Şahîd-129 e û îmalata Îrana "destegîrê rejimê" ye, xist xwarê.
Di daxuyaniya Operasyona Biryardariya Xwezayî ya Hêza Peywira Yekbûyî da hat destnîşankirin ku firokeyeke cengê ya DYAyê ku cureya wê F-15E ye, li herêma El Tanfa li başûrê Sûriyeyê droneke ku nêzî hêzên hevpeymanê dibû, xist xwarê.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin, "Dronea bêfirokevan a çekdar ku tîpa wê Şahîd-129 e û alîgirê rejimê ye, helwesta xwe ya dijmintiyê nîşan da û berê xwe da hêzên hevpeymanê. Ji vê kêliyê şûnda ji aliyê firokeyeke DYAyê ku cureya wê F-15E Strike Eagle e, di saet 12.30î da hat xistin."