28 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 28 Tîrmeh 2016
HELEB
Hat ragihandin di êrîşa balafira şer a koalîsyona pêşengê wê DYA dike, bir ser Handûraya bajaroka Cerablusa da 15 kes mirin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên herêmî hilda balafireke koalîsyonê bombe barand ser Handûraya bajaroka Cerablusa di bin kontrola DAEŞa rêxistina terorê da ye.
Di êrîşê da 15 sivîl hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn. Çavkaniyan ragihand ku xisareke mezin gihîşt derdorê.
Balafirên koalîsyonê hefteya borî jî êrîşî ser Tuhar û En Newaceya gundên Munbîcê kiribûn û li wir jî bi tevahî 170 sivîl hatibûn kuştin.