Haydar Şahin
29 Adar 2018•Rojanekirin: 30 Adar 2018
FRANKFURT
Balafirgeha Teze ya Stenbolê ya ku ew ê bibe vîtrîna Tirkiyeyê ya vedibe dinyayê tirs xistê dilê reqîbên xwe û balafirgehên mezin ên li Ewropayê ji niha va tevdîrên reqabetê zêde kirin.
Tê pîlankirin ku Balafirgeha Teze ya Stenbolê di 29ê cotmehê da were vekirin û dema balafirgeh were temamkirin jî ewê bibe balafirgeha herî mezin a dinyayê.
Balafirgeha Teze ya Stenbolê ew ê qada hewayê ya Stenbolê û ya qada hewayê ya Ewropayê jî di bin tesîra xwe da bihêle, ji ber vê bi destê Ewropayê va jî ji nêz va tê teqîbkirin.
Nivîsa herî balkeş a li ser projeya Balafirgeha Teze ya Stenbolê di rojnameya Frankfurter Allgemeine Zeitungê da hatibû weşandin. Rojnameyê di şîroveya xwe da gotibû dema ku Balafirgeha Teze ya Stenbolê vebe ew ê girîngiya Balafirgeha Frankfurtê kêm bibe.
Di vê çarçoveyê da tê dîtin ku hin balafirgehên mezin tevdîran hildidin û xebatên ji bo tevdîrên xwe zêde dikin.
Hat ragihandin ku li Balafirgeha Kaethrowê ya li Londrayê ji bo zêdekirina kapasîteyê xebat dan dest pêkirin û biryar hat dayîn ku pîsta 3yan li balafirgehê zêde bikin.
Balafirgeha Frankfurtê jî pîlan dike ku di sala 2023yan da termînala 3yan li balafirgeyê zêde bike. Lêbelê demekê berê hatibû diyarkirin ku dîroka temamkirina 3yan 3 sal pêşda hildan û kişandin sala 2020î.
- "Termînala 3yan ew ê 3 sal beriya pîlanê were temamkirin"
Chrîstîan Engelê Berdevkê Projeya Termînala 3yan a Balafirgeha Frankfurtê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku 3 salan pêşdahildana temamkirina termînala 3yan rast e.
Engel destnîşan kir ku Termînala 3yan wisa hat pîlankirin ku kapasîteya rêwiyan 14 milyonî zêde bike, li gor pîlanên wan avakirina projeyê dewam dike.
Engel got ku li gor pîlana wan qismê premîum ew ê dîsa di 2023yan da were vekirin lêbelê qismê rewîtiya erzan ew ê zû were vekirin û wiha axivî: "Ya rastî me digot çêkirina vê qismê bira di gava 2yan da were kirin lêbelê nika zehf zû tê çêkirin û me 3 sal qezenc kir. Li gor pîlanên halê hazirî avakirina vî qismî ew ê di sala 2020î da were temamkirin.
Balafirgeha Teze ya Stenbolê dema were temamkirin ew ê di salê da 200 milyon rêwiyî bibe û bîne.
Li Balafirgeha Teze ya Stenbolê ew ê 143 pireyên peyabûnê yên rêwiyan, 13 qadên check-inê, 114 ciyên self check-inê, 228 ciyên kontrola pasaportan, 51 qadên teslîmkirina bar û gîşeyên e-pasaportê hebin.