Mehmet Nuri Uçar
12 Rêbendan 2024•Rojanekirin: 15 Rêbendan 2024
Hat ragihandin, balafirên şer ên Amerîka û Îngiltereyê li dijî hinek cihên li çend bajarên Yêmenê êrîşa asîmanî pêk anîn.
Li gorî agahiya ji çavkaniyên xwecihî yên li Yêmenê hat wergirtin, balafirên şer ên Amerîkan û Îngiliz bi şev li dijî hin cihên li bajarên Yêmenê Sana, Hudeyde û Taîzê êrîşa asîmanî pêk anîn.
Der heqê êrîşan da zêdetir agahî nehatin parvekirin, lê li ser hesabên medyaya civakî dîmenên êrîşan hatin parvekirin.