Ahmet Furkan Mercan
12 Rêbendan 2024•Rojanekirin: 14 Rêbendan 2024
Li eyaleta Îşîkawayê ya ku dikeve rojavayê Japonyayê û li qeraxê Nîvegirava Notoyê ya li vê herêmê hejmara kesên ku di erdhejan da mirin derket 215an.
Li gor daxuyaniya Walîtiya Eyaleta Îşîkawayê, di hefteya ewil a meha rêbendanê da gelek erdhej çêbûn û hejmara kesên ku di van erdhejan da mirin derket 215an.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku xesar gihîşt zêdeyî 4 hezar û 100 avahiyî, zêdeyî 24 hezarî kesî li cihên texliyeyê dimînin, ji ber rêyên ku hatin girtin 2 hezar û 500 kes mehsûr man.
Hat diyarkirin, hejmara kesên aqûbeta wan nayê zanîn 38 ye û xebatên lêgerînê yên ji bo dîtina van kesan didomin û her wiha 567 birîndar jî tên tedawîkirin.
Li gor Ajansa Meteorolojiyê ya Japonyayê (JMA) di navbera 1-5ê Rêbendanê da li peravên Îşîkawayê û li Girava Notoyê bi mezinahiya 5 û 7an gelek caran erd hejiyabû.