Önder Beyter
04 Adar 2018•Rojanekirin: 05 Adar 2018
XEZE
Hat ragihandin ku balafirên Îsraîlê yên çandiniyê li ser sînorê Xezeyê dermanên kîmyayî ku cureya wê nayê zanîn li zeviyan direşînin.
Midûrê Xak û Avdaniyê yê Wezareta Çandiniyê ya Filistînê Nîzar el-Wahîdî di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku balafirên Îsraîlê li ser sînorê Xezeyê dermanên kîmyayî li zeviyan direşînin û ber bi bakurê Xezeyê diçin.
Wahîdî bal kişand ku cure û naveroka dermanan nayê zanîn û wiha dewam kir, "Ev derman, dibin sedemê telefbûn û mehûbûna mehsûlan û herwiha zirarê didin xakê jî."
Wahîdî diyar kir ku derfeta wezaretê tune ku li ser dermanan lêkolînê bike bê ka cureya wan çi ye û wiha pê da çû:
"Cure û naveroka wê çi dibe bira be, Îsraîl nikare derman bi ser zeviyên Filistîniyan bireşîne. Mafekê wê yê wiha tuneye."
Saziya mafên mirovan a ji Îsraîlê Gisha radigihîne ku armanca Îsraîlê ji vê sepanê ew e ku gihayê ser sînor hêşîn nebe da ku çêtir çavdêriya sînor bikin.
Wezareta Çandiniyê di daxuyaniya xwe ya berê da jî ragihandibû ku ji ber van dermanên ku li ser sînorê xezeyê li zeviyan tê reşandin, di du salên çûyî da zirareke mezin gihîştiye sektora çandiniyê.