Önder Beyter
04 Adar 2018•Rojanekirin: 05 Adar 2018
ÎSTANBUL
"Konvoya Wijdanê ya Seba Jinan" wê di 6ê adarê da bi rê bekeve da ku dinya dengê jinên ku li Sûriyeyê di girtîgehên rejima Esed da dereqanûnî hatine tewqûfkirin û her roj êşkence li wan tê kirin, bibihîzehe û herwiha ev jinên tewqûfkirî werin berdan. Ji çarheqalê dinyayê bi hezaran jinên ku piştgiriyê didin konvoyê wê 8ê adarê li Hatayê bangewazî bikin da ku ev jin bên berdan.
Alîkara Serokê Giştî yê Tevgera Edalet û Mafên Mirovan (ÎHAK) Parêzer Gulden Sonmezê der heqê projeya "Konvoya Wijdanê ya Seba Jinan" da bersiv da pirsên nûçegihanê AAyê. Sonmezê diyar kir ku ji roja ewil a şerê navxweyî yê li Sûriyeyê vir va tawanê şer ê dijî jin û zarokan her ku diçe zêde dibe.
Sonmezê diyar kir ku li gorî texmîna wan di zindanên fermî yên rejima Esed da hejmara jinên ku hatine girtin, 13 hezar û 581 e û wiha dewam kir, "Ji van jinan 6 hezar û 736 jê aniha jî di girtîgehan da ne. Hinek ji wan dema hemle bûne, hatine girtin û zarokê xwe li wir anîne dinyayê. Mixabin hinek ji wan jî di girtîgehê da rastî tecawizê hatine, hemle mane û dîsa di girtîgehê da welidîne."
Sonmezê bal kişand ku ev jin di girtîgehan da rastî êşkenceyên wekî, lêdan, destdirêjî, ceyrandayîn, daliqandin, daxkirin û tazîkirinê tên û wiha dewam kir, "Beşek ji van êşkenceyan li ber çavê mêrê wan û bavê wan tên kirin."
- "Em dizanin ku nêzîkî hezar jinî xwe kuştine"
Sonmezê diyar kir ku wê bi sedî zêdetir jinên ku li Sûriyeyê rastî êşkence, hebs û destdirêjiyê hatine ra xeberda û wiha pê da çû:
"Hinek hene ku tiştên pir xirab hatine serê wan. Em dizanin ku nêzîkî hezar jinên ku ji girtîgehê hatine berdan an jî bi awayekî derketine, xwe kuştine. Nikarin li ser pêyan bimînin. Nikarin teyax bikin."
- Jin wê li Hatayê bên cem hev
Parêzer Gulden Sonmezê diyar kir ku wan hewl da ku delegasyoneke navneteweyî saz bikin û herwiha di serî da Serokê Dewleta Ûris Vladîmîr Putîn, wan ji gelek serokan ra name hinart da ku peywediyên dîplomatîk daynin ji bo ku jinên di girtîgehan da bên berdan.
Sonmezê bal kişand ku ji Afrîkaya Başûr heya Malezyayê, Ji Şîliyê heya Etiyopyayê 450 saziyên civaka sivîl piştgiriyê didin konvoyê û wiha dewam kir:
"Dema me ji dervayî welat ra name nivîsand, bersiva ewil ji dayîkên Srebrenîtsayê hat. Ji ber ku hatiye serê wan jî û ew baş pê beled in. Ji bo ku 'Neyê serê kesên din' têkoşîneke mezin da. Ji Srebrenîtsa û Bosnayê 4 otobus tijî jin di vê berf û zivistanê da bi rê dikevin. Dîsa bi taybetî jî jinên ji coxrafyaya mezlûman wê piştgiriyê bidin. Wê ji Ruanda, Iraq, Filistîn û Çeçenistanê werin. Ez wisa texmîn dikim ku em dê ji 5 hezarî zêdetir jin li Hatayê bên cem hev."