İSTANBUL
Balyozê Tirkiyê yê Qahîreyê Huseyin Avnî Botsalî ji bo hin şêwirên ku dê li ser Qahîreyê bi rayedaran re bike, hat Îstanbûlê. Li eywana Vîpê ya balafirgeha Atatirkê pirsên endamên çapemeniyê jî bersivand.
Botsali detnîşan kir ku li ser fermana Serokomar Gul û Serokwezîr Erdogan ji bo hin şêwiran bikin, hatiye Tirkiyê.
Botsalî got: "Îro ji ber ku în e, li Misrê rojeke krîtîk e, weke ku hûn jî dizanin rojên înê gel mizgeftan tijî dikin. Duh cenaze hatin rakirin, malbat gelek xemgîn in. Bi tenê ne malbat, Qahîre û hin kom û hemû welêt xemgîn e. Weke ku hûn jî dizanin duh derketina li kolanan hat qedexekirin. Em hêvî dikin ku ev jan û xemgînî di demeke kurt de bi dawî bibe û biqede. Balafirgeha Qahîreyê gelek qelebalix e.
Botsalî li ser pirsen ku der barê daxuyaniyên serokê DYAyê Barack Obama û Neteweyên Yekbûyî de ne jî got: "Weke hûn jî dizanin helwesta ku Tirkiye li hemberê rûdanên li Misrê dide nîşan, tevgereke mirovahî û wijdanî ye. Em dizanin ku çavên dewletên dostên me, cîranên me, mutefîqên me, welatên rojhilat û rojava û yên ereban hemû li ser Tirkiyê ne. Ez hêvî dikim ku di demeke kurt de her tişt aram bibe."
Botsalî gera navbajaran pêşniyarî welatiyên Tirkiyê nekir û got: "Bi taybetî di van rojên ku gelek bûyer diqewimin de welatiyên me divê ji mal û dikanên xwe dûr nekevin. Lewra di kolanan de pirsgirêka asayîşê heye. Şikir ji Xwedê re hetanî îro tiştek nehat serê me. Welatiyên me xwediyê tecrûbe ne û em jî bi konsolgerê Îskenderiyê re jî her tim di nav danûstandinê de ne."
Botsalî diyar kir ku nêzî 4-5 hezar welatiyên Tirk li Misrê dijîn. Kesên ku ji bo betlanê hatine ji nav vê hejmarê bên derxistin, ev hejmar gelek dadikeve.
Li ser hatina wî pirsa "Gelo Misir hatina we çawa dibîne?" Botsalî got: "Em balyoz her tim di têkiliyan de ne. Di qada aborî û qeyranên siyasî de em her tim bi hevdu re têkildar in."