04 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 04 Rêbendan 2017
ANKARA
Barack Obamayê Serokê DYAyê li ser têlefonê bi Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ra xeberda û ji bo bûyera ku şeva sersalê li Ortakoyê çêbû û êrîşa terorê ya ku di 17ê Kanûnê da Kayseriyê hat kirin, serxweşî da Erdogan.
Li gor daxuyaniya Navenda Çapemeniyê ya Serokomariyê Erdogan û Obama bi têlefonê axivîn.
Hat diyarkirin ku di axaftinê da Obama ji bo bûyera ku şeva sersalê li Ortakoyê çêbû û êrîşa terorê ya ku di 17ê Kanûnê da li Kayseriyê hat kirin, serxweşî da Erdogan û ji bo kesên birîndar şifaya xêrê xwest.
Di hevtînê da hat destnîşankirin ku wê Tirkiye û DYA di têkoşîna dijî terorê da bi hev ra bixebitin.
Serokê DYAyê Obama destnîşan kir ku ew, hewlên Tirkiyeyê yên digel aktorên herêmê yên bona ku li Sûriyeyê agirbest belayî seranserê welat be û di navbera rejim û mixalefetê da gotûbêj bên destpêkirin, zehf pîroz dike.
Di têkoşîna dijî terorê da hevkariya nêzîk
Di hevdîtina ku geşedanên dawîn ên têkoşîna dijî rêxistina terorê DEAŞê ya li Sûriye û Iraqê hat gotûbêjkirin da Serokomar Erdogan û Serokê DYAyê Obama li ser wê xalê li hev kirin ku divê di mijara navborî da hevkariya nêzîk a Tirkiye û DYAyê bidome.
Di axaftinê da herwiha mijara Qibrîsê jî hat rojevê û herdu lîderan hêvî kir ku li giravê çareseriya yekîtiyeke dualî û ducivakî pêk were.