04 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 04 Rêbendan 2017
ANKARA
Di çarçoveya Herekata Mertalê Feratê de ku ji aliyê Hêzên Çekdar ên Tirk ve tê birêvebirin, duh êrîş birin ser hedefên rêxistina terorê yên li bakurê Sûriyeyê, di encamê de 104 hedefên DEAŞê hatin rûxandin. Di şerê bi roj dewam kir û di encama topên ku hatin avêtin de 6 terorîst hatin berterefkirin.
Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) ragihand ku herekata di serî de ji bo berterfekirina tehdîda DEAŞa rêxistina terorê, xurtkirina ewlehiya sînoran û ji bo piştevaniya hêzên koalîsyonê li Bakurê Sûriyeyê di 24ê tebaxê de dan destpêkirin, dewam dike.
Di roja 134emîn a herekatê de xebatên ji bo bidestxistina kontrola El Babê dewam dikin.
104 hedefên DEAŞê ku bi wesayitên tespîtkirina hedefan hatin tespîtkirin, bi hawan, tang, ÇNRAê hatin rûxandin. Di şerê bi roj dewam kir û di encama topên ku hatin avêtin de 6 terorîst hatin berterefkirin.