Önder Beyter
06 Îlon 2017•Rojanekirin: 07 Îlon 2017
HEWLÊR
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî car din dubare kir ku ew xwedan biryar in ku referanduma serxwebûnê di 25ê îlonê da bikin.
Barzanî li Hewlêrê bi grûbeke ku ji rojnameger, hunermend û nivîskaran pêk tê ra hat cem hev û wiha got, "Ji bo taloqkirina referandumê zehf zext hene. Lê belê em xwedan biryar in ku vê yekê di wextê wê da bikin."
Barzanî hikûmeta navendî rexne kir û wiha got, "Hêzên Pêşmerge 10 sal e heqê xwe dixwaze, lê belê ji me ra bi tenê fîşengek jî neşandin. Lê yasaya Heşda Şabî di nava du saetan da hat qebûlkirin û her wiha seba van hêzan alîkariya darayî û ya çekan hat bîterkirin."
Barzanî diyar kir ku li Iraqê mezhebparêzî serwer e û wiha pê da çû, "Di navbera me û Bexdayê da hevkariyeke rasteqîn tuneye. Gelê kurd ji ber hindê biryara referandumê wergirt."
Barzanî her wisa îdia kir ku biryara referandumê ne dijî hiqûqa navneteweyî ye û wiha got, "Bexdayê tu rêkeftineke ligel kurdan neanî cih. Heşda Şabî her roj gelê kurd tehdîd dike."
Serokê Herêma Kurdistanê Barzanî di 7ê hezîranê da bi partiyên siyasî ra civiyabû û her wiha piştî civînê ragihandibû ku ewê referanduma serxwebûnê di 25ê Îlona 2017an da bikin.
Serokwezîrê Iraqê Heyder el-Ebadî jî di daxuyaniya xwe ya piştî ragihandina referandumê da gotibû ku biryara referandumê dijî destûrê ye û ji ber hindê jî ewê encamê nas nekin.