ERBÎL
Hat ragihandin ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî digel lijneyekê, ji bo ku beşdarî Forûma Dawosê bibe û bi serokên Yekîtiya Ewropayê (YE) re bê bal hev, çû Ewropayê.
Serokê Dîwana Herêma Kurdistana Iraqê Fûad Huseyîn daxuyaniyeke niviskî da. Di daxuyaniyê de hat îfadekirin ku Barzanî, ji bo ku beşdarî Forûma Aboriyê ya Dinyayê ya ku dê di navbera 22 û 25ê kanûna paşîn a 2014an de bê kirin bibe, çû Dawosa bajarê Swêdê.