QAHÎRE
Li Misrê duh û pêr ji bo destûra bingehîn referandûm hat kirin. Hilbijartina ku du rojan dewam kir bi dawî bû û jimartina rayan dest pê kir.
Heta niha ji sedî 80 sindoq hatin vekirin û di van sindoqan de jî ji bo destûrê ji sedî 98an zêdetir, rayên 'erê' û ji sedî 1,81 jî rayên 'na' derket. Lê li seranserê welêt gel ji sedî 31,3 beşdarî dengdayînê bûn. Yanî li Misrê di nav welatiyan de ji sedî 68,7an deng navêtin û li dijî vê referandûmê helwesta xwe nîşan dan.