Muhammet Kurşun
14 Îlon 2017•Rojanekirin: 15 Îlon 2017
HEWLÊR
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî, der barê pêşniyariyên Emrîka, Ingîltere û NYê yên li ser referandûmê de ragihand ku dê alternatîfan binirxînin.
Li gor malpera resmî ya Serokatiya Herêma Kurdistana Iraqê, Barzanî bi Nûnerê Taybet ê Serokê Emrîkayê Donald Trump ji bo şerê li dijî DEAŞê Brett McGurk, Balyozê Emrîkayê li Bexdayê Douglas Silliman, Balyozê Ingîltereyê Frank Baker û Nûnerê NYê li Iraqê Jan Kubis re civiya.
Heyeta ku ji nûneran pêk hatibû pêzanîna xwe ya der barê rewşa xelkê Herêma Kurdistana Iraqê de diyar kir û destnîşan kir ku şerê Pêşmerge li dijî DEAŞê mezin e.
Di civînê de heyeta mêvan ji bo referandûma ku biryar e 25ê Îlonê birêve biçe alternatîfek pêşniyarî Barzanî kir.
Barzanî jî ev alternatîf wergirt û digel pêşwaziya guftûgoyên binyatner kir û wiha got:
"Ev bi tenê biryara min nîne. Emê vê mijarê bi serkirdayetiya siyasî ya Herêma Kurdistanê re biaxivin. Emê di demeke nêzîk de helwesta xwe ya di vê mijarê de ragihînin."