Nihat Kavşut
14 Îlon 2017•Rojanekirin: 15 Îlon 2017
HEWLÊR
Hat ragihandin Nêçîrvan Barzaniyê Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê bi Brett McGurkê Nûnerê Taybet yê Koalîsyona Dijî DEAŞê ya DYAyê ra li avahiya serokwezîriyê ya li Hewlerê civiya.
Fellah Mistefayê Berpirsyarê Daîreya Karên Derva ya Herêma Kurdistana Iraqê li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî da û destnîşan kir Barzanî bi McGruk û lijneya pê ra civiya.
Mistefayê di civînê da amade bû destnîşan kir Barzanî û McGurk li ser geşedanên siyasî yên li Iraqê û referanduma serxwebûnê ya di 25ê îlonê da axivîn.
McGurk di çarçoveya serdana xwe ya li Herêma Kurdistana Iraqê da do li Silêmaniyê bi nûnerên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goranê ra hatibû bal hev.