ERBÎL
Serokê Herêma Kurdistana Îraqa Federal Mesûd Barzanî di baregeha xwe ya li Navçeya Silêmaniyê de bi parlementerên kurd re li ser hilbijartinên herêmî û guhertina qanuna hilbijartinê hevdîtinek pêk anî. Nûnerên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Yekitîya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK), Tevgera Goran, Partiya Yekitiya Îslamê (Yekgirtû) û Partiya Civaka Îslamê (Komela) beşdarî hevdîtinê bûn.
Parlementerê Parlamentoya Iraqê Mahmut Osman der barê civînê de daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Em li ser geşedanên siyasî yên li Iraqê, statuya Kerkukê, hilbijartinên herêmî û qanuna ku niha li meclîsa Bexdayê tê niqaşkirin sekinîn. Me biryar da ku ji bo xebat bi rêkûpêk dewam bikin heyeteke ji hemû koman û listeyan pêk tê ava bikin.
Niha, di parlamentoya Iraqê de ji PDKê 31, ji YNKê 13, ji Goran 8, Ji Yekgirtû 4 û ji Komelayê jî 2 parlamenter henin.