QAHÎRE
Serokê Koalîsyona Hêzên Şoreşger û Mûxalîf ên Sûriyê Ahmed el-Carba û Serokê Sererkaniya Artêşa Azad a Sûriyê Selîm Îdrîs ev çend roj bûn ku civîn dikirin. Piştî ku civîna wan bi dawî bû daxûyaniyeke nivîskî dan. Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin, heta ku diyalogeke di bin temînata dewletên ereb û misilmanan de pêk neyê û kontroleke navneteweyî jî nebe tu diyalog nayên kirin. Ji bo ku dîyalog dest pê bike lazim e ku Esed dev ji wazîfeya xwe ya serokdewletiyê berde û rêveberiya berwext bê damezrandin."
Ji şertên mûxalîfan yek jî darizandina sûcdarên şer bû. Hat diyarkirin ew kesên ku li dijî gel sûcên şer kirine divê bên darizandin.