NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Li gor îdiayên Nûnerê Daîmî yê Neteweyên Yekbûyî yê Rûsyayê Vitaly Churkin, muxalifên Sûrî meha adarê li Helebê gaza sinirê bi kar aniye.
Churkin di daxuyaniya xwe ya ku da nûçegîhanan de wiha got: ''Lêkolînerên Rûsî encamên lêkolînên xwe pêşkêşî Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-Mon kir.''
Churkin îdia kir ku muxalifan bi gaza sinirê 26ê adarê êrîşê herêma Han El-Assal a Helebê kiriye û di vê êrîşê de 26 kes mirine.
Desthilatdariya Sûrî berê jî bi heman îdiayê serî li Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-Mon dabû. Lijneyeke biserokatiya Ake Sellstrom ji bo ku der barê mijarê de lêkolînê bike hatibû peywirdarkirin.
Lê rejîma Sûriyeyê nehişt Lijneya Neteweyên Yekbûyî ji bilî herêma Han El-Assalê li cihekî din vekolîna bike.
Li gor agahiyan Sellstrom dê vê hefteyê biçe New Yorkê, ji Sekreterê Giştî Ban Ki-Mon der barê geşedanên dawîn de agahiyan bigre.
Li gor agahiyên DYEyê yên der barê mijarê de li Sûriyeyê di gelek bûyeran de çekên kîmyewî hatine bikaranîn, lê der barê bikaranîna çekên kîmyewî de di dest de delîl tunene.