HEWLÊR
Hat ragihandin ku Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî pêşmergeyên li eniyê ziyaret kir.
Li gor daxuyaniya ku di malpera fermî ya HKIyê de hat weşandin Barzanî li gel alîkarên xwe pêşmergeyên li herêma rojhilatê çemê Dicleyê ziyaret kir. Barzanî eleqeyeke mezin nîşanî pêşmergeyan da û fermandarên ki li dijî milîtanên DÎŞIyê şerekî mezin didin pîroz kir. Barzanî der barê rewşa dawîn de jî ji fermandaran agahî hilda.
Barzanî li Karakuşa navçeya Mûsilê jî pêşmerge û fermandarên ku li dijî DÎŞIyê berxwedanê didin pîroz kir. Serokê Kurdistanê Barzanî piştî serdanan vegeriya qesra xwe ya li Selaheddînê.