KERKÛK
Hat ragihandin ku Nûnerê Kerkûkê yê Tevgera Sadr, Şêx Raad Sahrî ji bo ku bi komên ku bi serkêşiya Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) de hereket dikin re şer bikin hêzên milîs berev dike.
Sahrî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha axivî: "Ji bo ku li dijî DÎŞIyê derkevên em koma El-Selamê ava dikin. Ev artêşa Mehdî nîne, hêzeke bi pergal a gel e. Xêncî Herêma Kurdistanê û eyaleta Enbarê em hemû kesên ku dixwazin şer bikin qebûl dikin. Li Hisêyniyeyan qeyd tên qebûlkirin. Li Kerkûkê jî gelek kesan navê dan nivîsandinê. Lê belê mijar zehf girîng e û ji ber vê jî ez nikarim hejmarê bêjim."
Sahrî diyar kir ku Tevgera Sadr li dijî van tevger û pevçûnên ku li Iraqê didomin nikare bêdeng bimîne û ji bo parastina gelê sivîl û cihên pîroz hêzên El-Selamê ava dike.
Sahrî eşkere kir ku ji bo selameta welêt ji xêncî wehabî û baesiyan dikarin bi her kesî re tevkariyê bikin.
Sahrî der barê devjêberdana siyasetê ya Serokê Tevgera Sadr Muqteda Sadr de wiha got: Sadr vê gavê bi tu aliyekî siyasî re nîne. Lê belê ev nayê wê wateyê ku dê ji siyasetî dûr bisekine. Em tu polîtîkayên Serokwezîr Malikî naecibînin û qebûl nakin. Sadr daxuyaniyên dawiyê yên Malikî jî qebûl nake.