DIYARBAKIR
Malbatên koçer ên ku li Herêma Rojhilatê Anadoluyê û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê dijîn li hêviyê ne ku ji koçeriyê xilas bibin û bibin xwedî erd.
Li Diyarbekir û Elezîzê 50 hezar endamên Eşîra Beritanê hene û gelekê wan dev ji koçeriyê berdane û bûne xweyîerd, 8 hezar endamên eşîrê jî koçer in.
Koçerên ku di 6 mehên salê da li bintara Qerecdaxa nêzîkî Diyarbekirê, 6 mehên din jî li Zozana Şerafettînê ya ku li Bîngolê ye jiyana xwe didomînin nanê xwe bi heywandariyê bi dest dixin.
Koçber ji ber ku li çil û çiyan dijîn nikarin ji xizmetên perwerde, tenduristiyê jî îstifade bikin. Koçber ji bo ji zarokên xwe ra pêşerojekê amade bikin dixwazin ku dev ji koçberiyê berdin.
- Hejmara kesên ku xwendin û nivîsandinê dizanên kêm e
Serokê Koperatîfa Pêşketina Çandiniyê ya Berîtanan Musa Yeşîltaş daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku malbatên koçber nikarin ji xizmetên ku gundî navçeyî û bajarî jê îstifade dikin îstifade bikin û bêyî van jiyana xwe didomînin.
Yeşîltaş destnîşan kir ku ji ber koçberiyê nikarin zarên xwe bişînin xwendingehan û wiha got: "Ji ber vê yekê di nav koçberan da rêjeya kesên xwendî ji sedî 10î kêmtir e. Lewra ev rêjeya di nav kesên ku dev ji koçberiyê berdan da qasî ji sedî 100 e."
Yeşîltaş got, "Ji bo pêşerojeke rind divê zarok bixwînin" û wiha pê da çû: "Meselaya me ya din jî tenduristî ye. Em nikarin ji xizmetên tenduristiyê îstifade bikin. Em dixwazin ku dev ji koçberiyê berdin û bibin xeyîerd û bi heywandariyê nanê xwe bi dest bixin. Em bi tenê dikarin bi heywandariyê debara xwe bikin û ji heywandariyê rind fehm dikin."
Serok Yeşîltaş diyar kir ku qanûna ku di sala 1934an da ji bo îskanê hatiye derxistin hê di rewacê da ye lê belê ji bo şert û mercên îro têrê nake.
Yeşîltaş got ku daxwaza koçeran ew e ku gund, tewle, xanî û zeviyan bidin wan û wiha xeberda: "Koçer naxwazin ku li bajarên bên bicîkirin, dixwazin ku li gundan bên bicîkirin. Daxwaza her kesî ev e."