22 Mijdar 2016•Rojanekirin: 23 Mijdar 2016
HEWLÊR
Hat ragihandin ku Nêçîrvan Barzaniyê Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê wê sibê ji bo pêwendiyên fermî serdana Enqereyê bike.
Li gor agahiyên çavkaniyên diplomatîk Barzanî wê êvarê bi balafireke taybet ji Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê were Enqereyê û sibê bi Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîr Bînalî Yildirim ra were val hev.
Hat ragihandin ku wê mijarên weke operasyona rizgarkirina Mûsilê ji DEAŞê, rewşa Telaferê, geşedanên siyasî û leşkerî yên li Herêma Kurdistanê û Iraqê û têkiliyên bazirganî û aborî yên di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê da bên gotûbêjkirin.