22 Mijdar 2016•Rojanekirin: 23 Mijdar 2016
SİİRT
Wezîrê Xebat û Ewlehiya Civakî Mehmet Muezzînoglu tevî Waliyê Sêrtê Mustafa Tutulmaz û Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Yasîn Aktay li Şêrwana navçeya Sêrtê li cihê kana madenê ya lê hezaz çêbû lêkolîn kir.
Muezzînoglu li navenda birêvebirina qeyranê xebatên ekîbên Rizgarkirina Medîkalê ya Netewî (UMKE) AFAD, Kizilaya Tirkiyeyê û cendirmeyê ku li herêma bûyerê ne, teqîb kir.
Muezzînoglu çû konê ku lê xizmên karkerên di bin enqazê de man diminîn, piştre tevî malbatan ve hat qada bûyerê ku lê xebat dewam dikin.
Wezîr Muezzînoglu li vir bi ekîbên lêgerîn û rizgarkirinê re axivî û diyar kir ku ji bo di demeke kurt de bigihên karkerên di bin enqazê de mane, xebatan bêyî navber didomînin.
Muezzînoglu piştî lêkolînên li herêmê li Navenda Qeyranê ya AFADê daxuyaniya çapemeniyê da.
- "Di heman şevê da maseya qeyranê hat avakirin"
Muezzînoglu diyar kir piştî ku bûyer qewimî bi Serokwezîr Bînalî Yildirim ra xeberdaye û li navenda qeyranê bûyerê şopandine û wiha got: "Di saet 21.00an da piştî axavtina bi Birêz Serokwezîr ra maseya qeyranê hat avakirin û AFAD li herêmê bi cî bû û tevdîrên ewlehiyê hatin hildan."
- Sazî dixebitin
Muezzînoglu destnîşan kir ku bi malbatên karkeran ra di nav têkiliyê da ne û wiha got: "Ekîbên Wezareta Malbat û Polîtîkayên Civakî, Heyva Sor, Wezareta Vejenê, AFAD, Wezareta Xebat û Ewlehiya Civakî û Wezareta Tenudristiyê seferber bûne."