Elif Orhan
10 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 11 Berfanbar 2015
ANKARA
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî bi heyeta HDPê ya bi serokatiya Hevseroka Giştî ya HDPyê Fîgen Yuksedagê re hevdîtin kir.
Hevdîtin li otêla ku Barzanî lê dimîne hat kirin. Digel Yuksekdagê Parlementera Agiriyê Leyla Zana, Parlementerê Şanliûrfayê Osman Baydemîr, Parlementerê Mêrsînê Dengîr Mîr Mehmet Firat, Şaredarê Mêrdînê Ahmet Turk û Arîkarê Serokê Giştî yê HDPyê Nazmî Gur di hevdîtinê de cî girtin.
Piştî ku wêne hatin kişandin hevdîtin ji çapemeniyê re girtî hat kirin û hevdîtinê ji saetekî zêdetir berdewam kir.
Rojnamevanan gotinên Selahattîn Demirtaşê Hevserokê Giştî yê HDPyê yên wekî "di nav partiyê de parlementerên evîndarê Erdogan hene" bi bîr xistin û nirxandina Firatê Parlementerê HDPyê yê Mêrsînê pirsîn. Firat li ser vê yekê got ku "Divê hûn wê ne ji min kesê ku got bipirsin. Ez dê der barê vê de tiştek nebêjim."
- "Rewşa li Sûriyeyê hat nirxandin"
Ji aliyê din ve HDPyê der barê hevdîtinê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û got ku "Di hevdîtinê de mijarên wekî geşedanên ku diqewimin, rewşa li Sûriyeyê, tehdîda DAEŞê, hevkarî û piştevaniya di nav kurdan de hatin nirxandin."