16 Sibat 2018•Rojanekirin: 17 Sibat 2018
ANKARA
Terorîstekî mensûbê PYD/PKKya rêxistina terorê îtiraf kir ku li Efrînê terorîst ji bo di Operasyona Çiqlê Zeytûnê da nebin hedefa Artêşa Tirkiyeyê (TSK) û Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) cil û bergên sivîlan li xwe dikin û bi wî awayî xwe vedişêrin.
Qanala televizyona Erebî ya Russîa Today (RT) a fermî ya Rûsyayê hevpeyvîna ku li herêma Efrîna Sûriyeyê bi terorîstekî ra kiribû weşand.
Di dîmenê da tê dîtin ku terorîstê çek di dest da bi cil û bergên sivîl e. Terorîstê hevpeyvînê dike qala îstismarkirina stratejiya PYD/PKKyê ya li hemberî sivîlan dike û dibêje: "Em li vê derê di nav darên zeytûnan da bi cil û bergên sivîl xwe vedişêrin."
Nûçegihanê RTyê dipirse "Hûn çima cil û bergên sivîlan li xwe dikin?" û terorîst jî dibêje ku Artêşa Tirkiyeyê û ASAyê kesên unîforma lê bin ji xwe ra dikin hedef.
PYD/PKK li Efrînê sivîlan ji bo xwe wekî mertal diemilîne û tê zanîn ku ew nahêlin milet ji Efrînê derbikeve, rêyên navçeyê girtine û destûrê nade.