Abdullah Tel
29 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 29 Cotmeh 2017
BRUKSEL
Wezîrê Koç û Penaberiyê yê Belçîkayê Theo Francken diyar kir ku heke Serokê Rêveberiya Xweser a Katalonyayê Carles Puigdemont bixwaze ew dikarin heqê xwespartinê bidin wî.
Francken hevpeyvîn da qanala têlevizyona VTMya Belçîkayê û got: "Ji Carles Puigdemont heta niha ji bo îlticayê tu teleb nehat. Lê heke bê li gor rewşa niha dibe heqê xwespartinê jê ra bê dayîn."
Di axaftina xwe da Francken destnîşan kir ku heke Puigdemont xwe bispêre wan li gor qanûnan wê Belçîka wî îadeyî Îspanyayê neke.