24 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 24 Berfanbar 2016
BRUKSEL
Celîl Demiralpê Midûrê Xeberan ê Ajansa Nûçeya ya Firatê (ANF) ku têkiliya wî bi PKKya rêxistina terorê re heye li Belçîkayê hatibû girtin bi kefaletê serbest hat berdan.
Îtiraza ku li ser biryara girtîbûna Demiralpê piştî ku bûbû welatiyê Fransayê navê xwe guhertibû kiribû Maxime Azadî îro gihîşt encamekê. Li gor çapemeniya Belçîkayê, dadgeha Tûrnhoût ji bo Demîralp bi şerta dayina kefaletê, biryara serbest berdanê da.
Celîl Demiralp di 15ê kanûnê de wexta ji Hollandayê diçû Belçîkayê di kontrolekê rûtîn de hatibû binçavkirin. Demîralpê ku derxistibûn dadgehê hatibû girtin û parêzerê wî ji ber girtinê îtiraz kiribû.
Hatibû diyarkirin ku Tirkiyeyê Celîl Demiralp ji ber sûcê 'bi rêxistina terorê re hevkarî' sûcdar dikir û ji Înterpolê teleba qefaltina wî kiribû.