PARÎS
Yekîtiya Ewropayê (YE) wekî dem û dezgehî di têkoşîna dijî rêxistinên terorê FETO û PKKyê da bi taybetî jî piştî 15ê Tîrmehê hewldana derbeya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) di bertekdayîna xwe da gelekî qels tevgeriya û herwiha gelek welatên Ewropayê hê jî li welatê xwe çavê xwe li ber fealiyetên herdu rêxistinên terorê digirin.
PKK ji sala 2002yê vir va di lîsteya rêxistinên terorê ya YEyê da cî digire, lêbelê li Almanya, Belçîka, Awistirya û Fransayê di warê siyasî û aborî da ji îmtiyazan sûdê werdigire.
Herî dawî hefteya borî Daîreya Lêpirsînê ya Brukselê, endam û rêveberên PKKyê yên ku bi fealiyetên terorê û "revandina zarokan, desteserkirina azadiya mirovan û tehdîda mirinê" va tên tawanbarkirin, şûna "çalakiya terorê" di çarçoveya "têkoşîna çekdarî"yê da nirxandibû. Vê biryarê dîsa nîqaşên "miemeleya biîmtiyaz" a ku PKK li Ewropayê dibîne, bi xwe ra da destpêkirin.
Bi heman awayî FETOya ku li welatên YEyê bi dem û dezgehên perwerdeyê, medya û şîrketan va fealiyetên xwe berdewam dike, bi taybetî jî piştî 15ê Tîrmehê hewldana derbeyê jî ji mecrayên fermî çi eşkere çi veşartî piştgiriyê distîne. Edamên FETOyê yên ku ji Tirkiyê bazdan, di serî da Almanya li gelek welatên Ewropayê bicih bûne. Herwiha Wezîrê Dadê yê Almanyayê Heiko Maas hefteya borî daxuyandibû ku ewê dozgerên fîrarî yên ji FETOyê Zekeriya Oz û Celal Kara digel taleba meqamên edlî yên Tirkiyê, îade nekin.
- Belçîka
Belçîka yek ji wan welatên Ewropayê ye ku rêxistinên terorê PKK, DHKP-C û FETO gelekî aktîf in. Li vir gelek komeleyên têkildarê PKKyê hene. Herwiha li vir têlevîzyon û radyoyên rêxistina terorê jî hene. Li Belçîkayê serkirdeyên PKKyê yên li Ewropayê Zubeyîr Aydar û Remzî Kartal û gelek kesên sûcdarên terorê bi awayekî rihet tevdigerin.
Di 18ê adarê da beriya Zîrveya YE-Tirkiyê destûr dan PKKyê ku li pişt avahiya Konseya YEyê kon vegire û li dijî Tirkiyê çalakiyan li dar bixe.
Herî dawî Daîreya Lêpirsînê ya Brukselê, kiryarên endam û rêveberên PKKyê yên ku bi fealiyetên terorê û "revandina zarokan, desteserkirina azadiya mirovan û tehdîda mirinê" va tên tawanbarkirin, wekî "ne çalakiya terorê, lê têkoşîna çekdarî" nirxand.
Di doza ku dozgerê federal îtiraz kir da tevî Remzî Kartal û Zubeyîr Aydar, 36 kes tên darizandin.
Li Belçîkayê ji bilî Fahriye Erdalê, ku ji ber sûîqesta Sabanci biryara girtina wê heye, rêvebirên DHKP-Cê jî dimînin. Endamên FETO jî li wê derê pir azad in. Ji 60î zêdetir komele û saziyên ku têkiliya wan bi FETO ra heye, li welêt fealiyetên xwe didomînin.
Belçîka her çend hewla derbê şermezar bike jî, ji bo endamên FETO tevdîr hilneda, polêsan îfadeya bi dehan tirkên ku bertek dan nîşanî rêxistinê jî hilda.
Endamên FETO û PKKê bi rehetî diçin beşdarî civînên Parlementoya Ewropayê dibin. Zubeyîr Aydarê PKKyî ku bi bultena sor lê digerin û endamên FETO jî beşdarî rûniştinên ku Tirkiyê eleqedar dikin, dibin. Her çend der heqê wan da biryara girtinê hebe jî midaxaleyî terorîstan nakin.
- Almanya
Serokwezîr angela Merkelê daxuyanî da û hewla derbê ya 15ê tîrmehê şermezar kir, lê Almanyayê heta niha li dijî karsaz û dibistanên FETO tengav nekir û li ser wan lêkolîn nekir.
Wezîrê Dadê Heîko Maas ragihand, bi hinceta ku ew daxwaza îadekirinên li ser FETO siyasî dibînin, ew ê guh nedin vê daxwaziyê.
Wezîrê karên YEyê yê ALmanyayê Mîchael Roth jî got ku dibe ku ew derfeta îlticayê bidin akademisyen û rojnamegerên ku li Tirkiyê rastî teqîbatê hatine.
Daîreya Parastina Makezagonê ya Almanyayê û yekeyên emniyetê daxuyand ku ew şaxa Almanyayê ya rêxistina FETO naşopînin.
Almanya digel daxwazên biisrar ên Tirkiyeyê, li dijî PKKya rêxistina terorê têkoşîneke cidî nade, destûrê dide fealiyetên rêxistinê.
Miqamên Almanyayê li dijî rêxistinên terorê wek DEAŞê bi hemû derfetên dewleta hiqûqê va têkoşînê dide, lê ji fealiyetên komeleyên PKKê ra dengê xwe dernaxe.
Wezareta Karên Navxweyî ya Almanyayê di demeke nêzîk da komeleyên ku bi DEAŞê ra têkildar in û dezgehên weşanê yên dînparêzên radîkal an jî rastgirên tundraw girtin, lê heta niha dest neda komele û organên ku bi PKKê ra têkildar in.
PKKya rêxistina terorê jî li Almanyayê çalakiyên çekdar nake, gavên ku wê zirarê bide berjewendiyên Almanyayê navêje, ev jî balê dikşîne.
Teşkîlata Parastina Makezagonê (BfV) ku servîsa îstixbarata navxweyî ya Almanyayê ye, di meha hezîranê da raporek weşand. Li gor raporê li Almanyayê ji 14 hezarî zêdetir endamên PKKya rêxistina terorê hene.
Her çiqas PKK di sala 1993yan da li Almanyayê hatibe qedexekirin jî ji wê dîrokê pê da bi komeleyên cur bi cur û saziya NAV-DEMê ku saziya sîwanê ye, di bin navê çalakiyên çandî da karên propagandayê dike, xeracê kom dike û ji bo rêxistinê endaman peyda dike.
Li Almanyayê kar û barên PKKyê li tevahiya welêt 4 rêvebirên herêmê li 31 ciyan dimeşînin.
Li gor texmînên BfVyê hejmara pereyê ku PKKyê di sala 2015an da li Almanyayê kom kiriye gihîştiye 13 milyon awro. Li gor texmînên çavdêran bi xeraca ku tê komkirin, ticareta hişbir û qaçaxcîtiyê çavknaiya pereyê PKKyê ya li Almanyayê zêdetir e.
Meqamên Almanyayê kar û bar û çalakiyên alîgirên PKKyê qedexe nakin û endam û alîgirên rêxistinê li Almanyayê çalakiyên mezin çêdikin.
Li gor rapora serwîsa îstixbaratê ya navxweyî di Adara 2015an da 17 hezar kes tevlî çalakiya rêxistinê ya li Bonnê bûn û di Îlonê da jî 21 hezar kes tevlî çalakiya li Dusseldorfê bûne.
Polêsên Almanyayê çalakiyên rêxistinê asteng nake û destûr dide ku alayên rêxistinê bên rakirin.
Her çiqas rêxistina PKKyê li Almanyayê qexe be bi taybetî parlementerên Partiya Çep a li mixalefetê piştgiriyeke mezin dide.
Parlementerên Partiya Çep di heyama dawîn da di raya giştî da wisa didin nîşandan ku tenê PKK û PYD li Sûriyeyê li dijî DEAŞê şer dikin. Wekî din hewl didin ku li Almanyayê qedexeya li ser PKKyê were rakirin.
- Îngilistan
Li gor dewletên din ên Ewropayê helwesta meqamên fermî yên Îngilistanê li dijî PKK û FETOyê tundtir e. Lê bi taybetî piştî hewla derbeyê ya 15ê Tîrmehê di medyaya Îngilistanê rexneyên li dijî Tirkiyeyê zêde bûn.
Theresa Maya Serokwezîra Îngilistanê di daxuyaniya xwe ya di 18ê Tîrmehê da got ku "Îngilistan piştgiriyê dide hikûmet û saziyên Tirkiyeyê ku hatin hilbijartin", lê dîsa jî çapemeniya Îngilistanê bi weşanên xwe nîşan da ku bûyerên li Tirkiyeyê fehm nekiriye û berevajî dike.
Piraniya rojname û kanal di ciyê ku qala kesên di hewla derbeyê da mirin bike, bi şîroveyan destnîşan dikin ku li Tirkiyeyê rojên zor û dijwar li pêşiya Serokomar Erdogan in.
Rojnameya Financial Timesê (FT) hefteya borî cî da geşedanên dawîn ên li Tirkiyeyê û di nûçeya bi sernavê "Bi binçavkirina Kurdan tesfiyeya Erdogan zêde bû" da wiha hat gotin: "Kesên ku Serokomar rexne dikin tên binçavkirin û rayeya Serokomar tê zêdekirin."
Nivîsa ku nûçegihanekê BBCya saziya îngilîzan dawiya hefteyê bi sernavê “Is Turkey still a democracy? (Tirkiye hê demokrasiye?) nivîsîbal kişand.
Li Londona paytextê Îngiltereyê hejmara welatiyên kurd zêde ye û di van rojên dawiyê da protesto zêde bûn.
Herî dawîn çaxa ku Alîkarê Serokê Gişkî yê AK Partiyê Mehdî Eker li Zanîngeha London School of Economics diaxivî komeke ku ji PKKyiyan pêk dihat pankart vekir û slogan avêt û axaftin protesto kir. Rêveberiya Zanîngehê hatenî dawiya axaftinê midaxeleyî çalakvana nekir û vê jî bal kişand. Gelek caran axaftina Eker birîn û Eker axaftina xwe temam kir û ji zanîngehê veqetiya.
Ji aliyê din va piştî ku parlmenterên hDPê hatin binçavkirin di van rojên dawiyê da li pêşiya balyozxaneya Londonê ya Tirkiyeyê, Serokwezîriya Îngiltereyê û BBCya saziya weşanê ya îngilîzan çalakiyên protestoyê tên kirin. Di çalakiya ku di 4ê mijdarê da hat kirin da polêsekê îngilîz ji serê xwe birîndar bû.
Dîsa di çalakiya ku sempatîzanên PKK di 5ê mijdarê da kirin da 2 welatiyên tirk hatin derbkirin. Di van bûyeran da polêsên îngilîzan sekinîn ji dûr va mêze kirin.
Ji sal 2001î vir da PKK di nav lîsteya rêxistênên terorê ya Îngiltereyê da cî digrê.
- Fransa
Piştî hewla derbeyê ya 15ê Tîrmehê Fransa dereng nema û Wezîrê Karên Derva yê Fransayê Jean-Marc Ayrault destê sibê têlefonî hevtayê xwe Wezîr Mevlut Çavuşoglu kir û hewla derbeyê şermezar kir. Jean-Marc Ayrault piştî axaftina bi têlefonê danezaneke ku tê da ji ber cesareta wan gelê Tirkiyeyê pîroz dikir weşandibû.
Hikûmeta Fransayê li gor yên Belçika û Almanyayê di mijara PKKê da polîtîkayeke şidyayî teqîb dike. Di adara borî da Wezxwîrê Karên Derva yê Fransayê Jean-Marc Ayrault di daxuyaniya ku dabû AAyê da gotibû li dijîne ku PKK ji nav lîsteya terorê ya Ewropayê bê derxistin.
Saziyên medyayê yên li Fransayê guh nadin çalakiyên PKK û FETOya rêxistinên terorê û weşana xwe didomînin. Le Mondeya rojnameya sereke makalyek weşandibû tê da dihat gotin ku rola Fetullah Gulen di derbeyê da tune û paşê di gelek ciyan da xeberên der barê meyteb û perwerdeya FETOyê da hatibûn weşandin.
Piştî operayona ku hefteya borî birin ser HDPê jî saziyên medyayê gelek nivîsên ku Tirkiyeyê rexne dikin weşandin. Di rojnameya Le Mondeyê da operasyonên li ser FETO û PKKê wek tundiya ku hikûmet tîne serî hatibûn nîşandan. Rojnameya La Croîksê jî gotibû ku "Li Tirkiyeyê derdestkirina kurdan bûye meselyeke rojane".
Di dema operasyona li ser HDPyiyan da alîgirên PKKê molotofkokteyl avêtin Balyozxaneya Parîsê ya Tirkiyeyê û Serkonsolosxaneya Nantesê lê heta niha kiryarên wan bûyeran nehatin qefaltin. Ji bilî êrîşan li Parîs û Marsîlyayê jî alîgirên PKKê bi ser balyozxaneyên Tirkiyeyê va çûn û radyoya Frequence Paris Plurielleya heqê weşanê dide civakên penaberan di dewam weşana tirkî bang kir ku bila gel beşdarî protestoya PKKê bibe.
Di protestoya ku ji hêla alîgirên PKKyê li Parîsê hat kirin da Serokê Partiya Eniya Çep, Jean-Luc Melenchon jî beşdar bû. Melenchon ev demeke dirêje bi daxuyaniyên xwe piştgiriyê dide PKKê û par ji Fransa û YEyê xwest ku bila PKKê ji nav lîsteya terorê derbixin.
- Awistirya
Awistiryaya ku çav li misilman, tirk û kesên dijî derbeyê ne venake jî bû welatê ku derbeker û terorîst lê tên xwedîkirin. Ji ser medyayê û bi siyasetê nêrîneke li dijî Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Tirkiyeyê tê belavkirin û piştgiriyeke mezin didin milîtanên rêxistinên terorê yên wek PKK û FETOyê.
Piştî hewla derbeya FETOyê ya 15ê tîrmehê Awistiryayê heta 3 rojan tu daxuyanî neda piştî 3 rojan Serokwezîrê Awistiryayê Christian Kern û Wezîrê Karên Derva Sebastîan Kurz dai daxuyaniya ku dan da li hikûmeta li Tirkiyeyê bi rêya demokratîk hat hilbijartin xwedî derneketin. Her du jî di şûna ku bertekê nîşanî derbeyê bidin da banga "dewleta hiqûqî û demokrasiyê" kirin. Paşê Kurz û Kern niqaşên darvekirinê yên li Tirkiyeyê ji xwe ra kirin hincet û xwestin ku bila muzakereyên endamtiya Tirkiyeyê ya bi YEyê ra bê sekinandin.
Medyaya Awistiryayê hewla derbeya 15 tîrmehê xwest ku wek "şanoyeke li hundir hatiye amadekirin" nîşan bide. Welatiyên tirk ên ku xwestin derbeyê şermezar bikin jî rastî muameleyeke baş nehatin lewra ew di şûna ku ji hêla medya û siyasî va li wan xwedî bê derketin da zêdetir hatin rexnekirin. Hin siyasetmedar û rojnameger xwestin ku bila çalakvan alaya Tirkiyeyê hilnedin û pêşniyaz kirin ku bila hildana alayê jî bê qedexekirin.
Şaredariya Wiener Neustadtê qedexe kir ku bila tirk di şaneşînên malên xwe da alayên Tirkiyeyê dalneqînin.
Bi awayê ku derket holê derbe ji hêla FETOyê va hat kirin lê digel vê rastiyê si siyaset û medyaya Awistiryayê tu xeber û daxuyaniyeke neyînî li dijî FETOyê nehat weşandin. Berevajiyê vê mensûbên FETOyê yên li Awistiryayê wek "rûyên biken ên Îslamê" didin naskirin û hat gotin ku ew tên şopandin.
Rêxistinbûna FETOyê ya li Awistiryayê di dibistan, kreş, navendên çandê, fêrgeh û kargehên nû vedibin bênavber dewam dike û rastî tu astengiyê jî nayên.
Hikûmeta Awistiryayê ku naxwaze bertekê nîşanî hewla derbeyê ya FETOyê bide di dema binçavkirina parlementerên HDPyî da bertekeke tund nîşan da. Wezîrê Karên Derva yê Awistiryayê Sebastîan Kurz ji ser hesabê xwe yê twîtterê got: "Ez girtina parlementerên HDPyî şermezar dikim, lazime dewleta hiqûqî bê parastin. Kurz ji xeynî vê jî qazî Meslehetguzarê Vîyanayê yê Tirkiyeyê kir li Wezareta Karên Derva jê îzahat xwest.
Alîgirên PKKya rêxistina terorê hema hema ji nîsana 2015an vir ve li kuçeyên Vîyanayê, dijî Tirkiyeyê propagandayê dikin.Alîgirên PKKyê yên li ber avahiya Serokomarî û Serokwezîriyê kon vegirtin, rê ji çûnûhatinê re girtin, avêtin ser ORFya televîzyona dewletê, metro, gar û balafirgehan dagor kirin, bêyî destûr çalakî û meşa li dar dixin.
Zêdetirê 10 komeleyên PKK ya rêxistina terorê û bi hezaran sempatîzanê wê hene.
Mensûbên rêxistina terorê yên ku peywendiya wan bi Partiya Sosyal Demokratê ya Awistralyayê, Partiya Keskan re heye, herwiha evana di şaredariyan de têne wezîfedarkirin.
Sempatîzanên PKKyê li Balafirgeha Navneteweyî ya Viyanayê li welatiyeke kurd ku li hemberî wan bertek nîşan de xist. Li E.Ayê (32) ajokarê tirimbêlê yê li hemberî slogana çalakvanan a "Kujer Erdogan" got "Her Bijî Erdogan" xistin, polêsan mudaxaleyî bûyerê nekir. E.A paşê li yên lêxistin û polêsên ku mudaxale nekir doz vekir.
Milîtanên PKKyê yên ku bi dara êrîşê jinê sergirtî kirin, avêt ser Ofîsa Danasîna Çand û Turîzmê ya Tirkiyeyê ya li Balyozxaneya Vîyanayê. KOma ku nêzî nîv saetê propagandaya terorê kir revî û tevî hemû lêkolînan nehat tespîtkirin.
- Yewnanistan
Yewnansitan, ji welatên ku ewil hewla derbeyê ya FETOyê şermezar kirin yek e.
Ji aliyê din ve, alîgirên PKKya rêxistina terorê carinan li paytext Atînayê çalakiyan li dar dixin. Wexta van çalakiyan tên kirin, bi dorfirehî tedbîrên ewlehiyê têne sitandin. Carinan hin komên anarşîst ên çepgir piştgiriyê didine evan çalakiyan.
Herwiha Serokê PYDya şaxa PKKyê ya li Sûriyeyê Salih Muslim tevî Hevserokê HDPyê Selahattîn Demirtaş beşdarî kongreya SYRIZAyê bibû û li vir axivîbû. Tê gotin ku li kampekê penaberan a li herêma Lavrîoya dikeve aliyê başûrê Atînayê ku lê flamayên PKK û PYDyê tevî posterên Abdullah Ocalan daliqandîne de hin alîgirên rêxistinê dimînin.
- Îtalya
Îtalyayê piştî li hember hewla darbeyê ya Rêxistina Terorê ya Fethullahî (FETO) ya 15 tîrmehê ku piştgirî da Tirkiyeyê da li Ewropayê di nav dewletên ewil de ye. Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê Paolo Gentîlonî piştî derbeye rojek din li Wezîrê Karên Dervê yaê Çavuoglu ra telefon kir.
Îtalya desturê nade dibistanên rêxistina FETO yên ku hezdikin li Îtalya bên vekirin û lê ji aliyek din vê saziyên ku di bin navê çand û dîyalogê tên vekirin hê desturê dide.
Ji aliyek din dîsa dewleta Îtalyayê di meseleya terora PKKyê da polîtîkayeke net ya eşkere nake. Serokwezîrê Îtalyayê Matteo Renzî di daxuyaniyeke xwe de Tirkiye wiha hişyar kir:
"Tirkiyeyeke ku rojnamevan, dadger, dozger û parlamentera digire nikare bikeve Yekîtiya Ewropoyê (YE) bibe."
news_share_descriptionsubscription_contact
