04 Gulan 2016•Rojanekirin: 04 Gulan 2016
RIYAD
Televizyona SKY Newsê belgeyên ku li Sûriyeyê hevkariya rejima Esed û DAEŞa rêxistina terorê nîşan didin bi dest xist.
Di belgeyên ku nûçegihanê Tirkiyeyê yê SKY Newsê Steward Remzî ji milîtanên ku ji DAEŞê veqetiyane bi dest xist da têkilIya di navbera rejima Esed û rêxistinê da eşkere dikin.
Di belgeyan da tê dîtin ku DAEŞê pêtrol daye rêjima Esed û ji rejimê den û dexl sitandiye, li hin herêman hêzên xwe zeyîf xistiye û bi vî awayê rê vekiriye ku rejim wan deran zeft bike. Di belgeyan da tişta ku herî zêde balê dikişîne jî ew e ku DAEŞ ji Tedmûrê vedikişe û herêmê bi destê rejima Esed ra berdide.
Di van belgeyan da der barê êrîş û çalakiyên ku li welatên rojavayî qewimîn da jî agahî hene, tê gotin ku DAEŞê beriya ku haya van welatên rojavayî pê ket ji bo êrîşan milîtanên xwe perwerde kiribû.
Di belgeyan da tê gotin ku DYA di fikaran da ye ku li Ewropayê komên bê deng ên DAEŞê zêde bin, komên ku hene jî piştî êrîşên Parîs û Brukselê amadehiyên êrîşên teze dikin lê belê hêzên ewlekariyê ew hê negirtine û ev jî serkeftinek e.
Li gor SKY Newsê çavkaniyên van agahiyan kesên ku di Artêşa Sûriyeya Azad da şer dikirin û piştî ku DAEŞê herêm zeft kir xwe pasîfîze kirin û li nêzîkî sînorê Tirkiyeyê wek milîtanên DAEŞê hebûna xwe didomînin.