Elif Orhan
18 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 19 Cotmeh 2017
BEXDA
Hat ragihandin ku li Iraqê Bendava Mûsilê di bin kontrola hêzên girêdayî rêveberiya navendî de ye.
Berdevkê Fermandariya Operasyonên Hevpar ên Iraqê Yehya Resûl daxuyaniyeke nivîskî da û got ku "Bendava Mûsilê di bin kontrola hêzên artêşa Iraqê û Heşda Şabiyê de ye. Wir pêşmerge tunin."
Resûl her wiha da zanîn ku hêzên pêşmerge ji herêma Sehîl Nînovayê (Deşta Mûsilê) jî bi temamî paş vekişiya.