05 Gulan 2016•Rojanekirin: 05 Gulan 2016
ANKARA
Li gor agahiya ku ji çavkaniyên ewlehiyê hat hildan, li Pulumura navçeya Tunceliyê, ji 3 terorîstên ku di operasyona "Şehîd Cendirme Binefser Seçkîn Çîl-15" da tevî çekên xwe mirî hatibûn qefaltin yek jê berpirsê qaşo herêmê rêxistina terorê yê Karakoçana Elazigê Emrah Kurt e."
Hat diyarkirin ku li ser bêtêlên rêxistina terorê derheqê kuştina Kurt da agahî dan Qendîlê.
Hat ragihandin ku Emrah Kurtê navê wî yê kod "Pale" di sala 2008an da tevlî rêxistinê bû, gelek çalakî li dar xistin. Di sala 2014an da li ser rêya Bîngol û Elazigê çalakî li dar xistin, rê birî, li ber welatiyan propagandaya rêxistinê kir û polêsek birîndar kir.
Hat destnîşankirin ku terorîstê ku hat kuştin, li gundên ser Karakoçana navçeya Elazigê bi darê zorê ji gundiyan pere û erzaq kom kir.